Xortekê Kurd li Enqereyê ji alîyê nejadperistên Tirk hat kuştin
Li Enqere ya paytexta Tirkiyê, cwanekê Kurd yê 18 salî, bi navê Bariş Çakan ji alîyê nijadperstên Tirk bi kêran hate kuştin.
K24- Hewlêr
Li Enqere ya paytexta Tirkiyê, cwanekê Kurd yê 18 salî, bi navê Bariş Çakan ji alîyê nijadperstên Tirk bi kêran hate kuştin.
Ew cwanê navbûrî, dema ku li gel hevalên xwe guhdarîya stranên Kurdî dikir, rastî nerazîbûna sê nejadperestên Tirkiyê hatin û piştî gengeşeyê, nejadperestekî bi kêran ew kuşt. Kuştina Bariş di mîdyayên civakî de deng veda.
Parêzgarê Enqereyê jî, da xuyakirin ku bi berovajî Bariş û hevalên wî, nerazîbûna xwe li beranber dengê bilindê bangê kirine û ji ber wê yekê rastî êrşê hatine.