Li Hewlêrê jî kesek tûşî Koronayê bû
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê tûşbûna keseka dî li parêzgeha Hewlêrê bi Vayrosa Koronayê piştrast kir.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê tûşbûna keseka dî li parêzgeha Hewlêrê bi Vayrosa Koronayê piştrast kir.
Deqa ragehandina Wezareta tenduristîyê:
Li berdewamîya pişkinînan û geryanê li dûv gumalêkirîyan û tûşbûyan, tûşbûyeka Vayrosa Korona ya Nû COVID-19 li parêzgeha Hewlêrê hate destnîşankirin, ku jineka temen 49 salîye. Nîşaneyên nexweşîya Koronayê hebûye û pişkinîn bo hate kirin derket helgira Vayrosa Korona ye û ew jin xelka taxa Mentkawe ya bajarê Hewlêrê ye.
Wezareta Tenduristî
1ê Xîzîrana 2020ê