16 kesên din li parêzgeha Silêmanîyê tûşî Koronayê bûn

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê derencamên pişkinên nû yên Koronayê li parêzgeha Silêmanîyê ragehand.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê derencamên pişkinên nû yên Koronayê li parêzgeha Silêmanîyê ragehand.

Ev jî deqa wê ragehandinê ye:

Derencamên nû..

Li berdewamîya pişkinînan û geryanê li dûv gumanlêkirîyan û tûşbûyan, 16 tûşbûyên Vayrosa Koronaya nû COVID-19 li parêzgeha Silêmanîyê hatin destnîşankirin. 12 zelam û 4 jin. Hemûayna nîşanên nexweşîyê hene.

Yek Tûşbû rûniştvanê qeza ya Çemçemal e.

Yek Tûşbû rûniştvanê qeza ya Pênciwîn e.

Çarde jî Tûşbû rûniştvanên nav bajarê Silêmanîyê ne.

Wezareta Tenduristyê

1ê Xizîrana 2020ê