Şer di navbera HSDyê û girûpên çekdar derket
Şer di navbera HSDyê û girûpên çekdar li bakurê rojavayê Menbic derket
K24- Hewlêr
Şer di navbera HSDyê û girûpên çekdar li bakurê rojavayê Menbic derket.
Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belav kirîye. Duh derengî şevê şer di navbera girûpên çekdarên ser bi Tirkiyê ve û Encumena Serbazî li bajarê Menbic li enîyên gundên Yaşlî û Ûmedse li bakurê rojavayê bajêr rûda, lê ti ziyan ji wî şerî peyda nebûn.
Li gor Riwangehê di heman demê de topxane ya artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar gundê 'Ebuş li bakurê Til Temrê jî topbaran kir.