Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li balyozê Emerîkayê li Îraqê
Evro, Sêşembîyê 2/6/2020, Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li Matyo Tuler balyozê Emerîkayê li Îraqê.
K24- Hewlêr
Evro, Sêşembîyê 2/6/2020, Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li Matyo Tuler balyozê Emerîkayê li Îraqê.
Di wê dîdarê de, ku konsulê giştîyê Emerîkayê li Hewlêrê, Stivîn Feygin, amade bû rewşa Îraq, deverê û pêşxistina peywendîyên Herêma Kurdistanê û Emerîkayê gengeşe kirin.
Balyozê Emerîkayê li Îraqê amaje bi giringîya danûstandinên stratîcîk kir di navebra Emerîka û Îraqê de, ku biryare di evê mehê de bihête encamdan û Herêma Kurdistanê jî têde pişikdar be.
Got jî: Em hemû hewlekê didîn bo alîkarîkirina Îraq û Herêma Kurdistanê, bi taybet bo bûrandina evê rewşa dijwara abûrî ku bi sedema belavbûna Koronayê durist bûye.
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê tekez li ser giringîya pişikdarîya Herêma Kurdistanê kir di danûstandinên stratîcîkî de di navbera Îraq û Emerîkayê de bi awayekê ku encam li berjewendîya tevaya pêkhateyên Îraqê be.
