Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê Giştî yê Brîtanya kir

Berî nîvroya îro sêşem 02.06.2020 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya James Thornton Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê kir.

K24- Hewlêr

Berî nîvroya îro sêşem 02.06.2020 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya James Thornton Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinek da pêşhatên dawî û geşkirina pejika virusa Korona û rêkarên rûbirûbûna wê ya li Herêma Kurdistan û Iraqê û bandor û encamên wê û hemû aliyên wê, bi taybetî li ser rewşa aborî, hate guftûgo kirin. Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku rewşa welat dixwazê kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal bêne çareser kirin û hêvî xwest li gel Hikûmeta Mistefa Kazimî li ser bingeha destûrê bigihin çareseriyê.

Bihêzbûn û êrîşên terorîstên Da’îş mijareke dinê hevdîtinê bû ku têda tekez li ser pêwîstiya hebûna mekanîzmeke hevkarî û hemahengiya rûbirûbûna vê metirsiya ciddî ya li navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal da kirin.

Ji aliyê xwe ve Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêr xwesta Şahnişîna Yekgirtî ya ji bo parastin û rêdana bi peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir û hêvî xwest kompanyayên Brîtanî bikarin li Herêma Kurdistanê derfeta kar û veberhênan û sermayeguzariyê bi dest ve bînin û li bingeh û warên cûda cûdayên din da kar û hevbeşiyê bikin.

Bernameya kar ya Hikûmeta Iraqê û tekez kirin ku her dû alî li piştgîriya ji bo Serok Wezîr Kazimî, rewşa navxweya Herêma Kurdistan, berdewamiya proseya çaksazî û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîngiyeke hevbeş bûn, beşeke dinê vê hevdîtinê bû.