Li Silêmaniyê 35 kes bi Koronayê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê pêketina 35 kesên nû bi bîrusa Koronayê li parêzgeha Silêmaniyê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê pêketina 35 kesên nû bi bîrusa Koronayê li parêzgeha Silêmaniyê ragihand.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 35 pêketiyên din bi vîrusa Koronayê li parêzgeha Silêmaniyê hatin destnîşankirin.

Diyar kir jî, ew pêketî 21 peya, 10 jin û 4 zarok in. 11 ji wan virus ji pêketiyên berê vegirtine û 24 kesên din jî nîşanên nexweşiyê li hene.

 

S. B