Li Duhokê 33 kes bi Koronayê ketin
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê pêketina 33 kesên nû bi vîrusa Koronayê li parêzgeha Duhokê ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê pêketina 33 kesên nû bi vîrusa Koronayê li parêzgeha Duhokê ragihand.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 33 pêketiyên din bi vîrusa Koronayê li parêzgeha Duhokê hatin destnîşankirin.
Diyar kir jî, ew pêketî 12 peya, 15 jin û 6 zarok in, ku ew hemû vexwandiyê dawateke nanxwarê li nava bajarê Duhokê bûn.
Di 3 rojên bûrî de zêdetir ji 300 kesî li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine û li gor amarên dawiyê, heta niha hejmara pêketiyan gihîşt 830 kesî, ji wan 14 kesan canê xwe jidest dane û 434 nexweş jî baş bûne.
S. B