Li Duhokê 19 kesên din bi Koronayê ketin
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê pêketina 19 kesên nû bi bîrusa Koronayê li parêzgeha Duhokê ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê pêketina 19 kesên nû bi bîrusa Koronayê li parêzgeha Duhokê ragihand.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 19 pêketiyên din bi vîrusa Koronayê li parêzgeha Duhokê hatin destnîşankirin.
Diyar kir jî, ew pêketî 8 peya, 8 jin û 3 zarok in, wan hemûyan virus ji pêketiyekî berê vegirtine, ku beşdarî dawata nanxwarê ya li nava bajarê Duhokê bûbû.
Ev di demekê de ye, derengê şeva bûrî Wezareta Tenduristiyê pêketine 33 kesên nû bi Koronayê li Duhokê ragihandibû.
Li gor rojên pêşî, di çend rojên dawiyê de hejmareke zêde ya pêketina bi Koronayê li her sê parêzgehan Hewlêr, Silêmanî û Duhokê têne tomarkirin.
Li gor dawî amarên Wezareta Tenduristiyê jî, heta niha hejmara pêketiyan gihîşt 849 kesan, ji wan 14 kesan canê xwe jidest dane û 434 nexweş jî baş bûne.
S. B