Li Hewlêrê 2 kesên din bi Koronayê ketin
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê pêketina 2 kesên nû bi vîrusa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê pêketina 2 kesên nû bi vîrusa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê ragihand.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 2 pêketiyên din bi vîrusa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê hatin destnîşankirin.
Diyar kir jî, ew pêketî 2 jinên 75 û 32 salî ne û ji nahiya Xelîfanê ya ser bi qezaya Soranê ve ne.
Ev di demekê de ye, Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê belav kir, ku de amarên 24 demjimêrên bûrî 104 pêketiyên bi Koronayê hatin tomarkirin.
Herwiha di 24 demjimêrên bûrî de jî, 7 nexweşên Koronayê canê xwe jidest dabûn.
S. B