Tirkiye: Em dê deriyê sînorî Ibrahim Xelîl vekin
Tirkiye ragihand, ku Deriyê Sînorî yê Ibrahim Xelîl, ku bi egera belavbûna Vayrosa Korona hatibû girtin, dê vê hefteyê bê vekirin

K24 – Navenda Nûçeyan
Tirkiye ragihand, ku Deriyê Sînorî yê Ibrahim Xelîl, ku bi egera belavbûna Vayrosa Korona hatibû girtin, dê vê hefteyê bê vekirin.
Wezîra Bazirganî ya Tirkiye Rushar Pekcan diyarkir, ku: “Deriyên sînorî yên IbrahimXelîl û Gurbulak, ku ber bi Îranê ve ye, vê hefteyê dê werin vekirin”.
Deriyê sînorî yê Ibrahim Xelîl, di 1ê Adarê de bi egera belavbûna Vayrosa Korona hetibû girtin, lê hin pêwendiyên bazirganîdi navbeyna başûrê Kurdistanê û Tirkiye de dom dikirin. Deriyê Ibrahim Xelîl deriyê sereke yê bazirganiya Tirkiye bo Kurdistanê, Iraqê û welatên Kendavê ye jî
C.B