Firokeyên Hevpeymanan tonêleke DAIŞê li çiyayê Qereçoxê bombebaran kir
Bi hevahengiya bi hêza Pêşmerge re, firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî toneleke DAIŞê li zincîreya çiyayê Qereçoxê bombebaran kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi hevahengiya bi hêza Pêşmerge re, firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî toneleke DAIŞê li zincîreya çiyayê Qereçoxê bombebaran kir.
Berpirsê Mihwerê 6 ê Mexmûr û Giwêr Sîrwan Barzanî ragihand, piştî hevahengiya bi Pêşmerge re û dîtina toneleke DAIŞê, şeva bûrî firokeyên şer ên Hevpeymaniyan ew tonel bombebaran kir.
Sîrwan Barzanî ragihand, ew tonel li binarê çiyayê Qereçoxê li hember gundê Elî Reş bû û 12 çekdarên DAIŞê tê de bûn.
Ji piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, tevgera çekdarên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdariya Herêma Kurdistanê zêde bûne. Li nêzîkî çiyayê Qereçoxê jî, çendîn car in çekdarên DAIŞê êrîşî ser welatiyên sivîl kirine û dexl û danên cotkaran jî şewitandine.
S. B