Beşîr Hedad: Danûstandinên Hewlêr û Bexdayê ji cihê rawestabû li wir destpêdike

Beşîr Hedad, cîgirê serokê Parlemana Îraqê bi Kurdistan 24 re ragehand, li çend rojên dahatî de danûstaninên Hewlêr û Bexdayê careka dî destpêdike.

K24- Hewlêr

Beşîr Hedad, cîgirê serokê Parlemana Îraqê bi Kurdistan 24 re ragehand, li çend rojên dahatî de danûstaninên Hewlêr û Bexdayê careka dî destpêdike.

 Herweha Hedad got: Biryare di van rojan de Hewlêr û Bexda danûstandinên xwe  li wî cihî ku li kabîneya Adil Ebdulmehdî rawestiyabûn careka din berdewam bikin.

Amaje bi wê yekê jî kir, ku hkûmeta Herêma Kurdistanê amadebûna xwe ji bo radestkirina petrol û tevahîya pêgiryên xwe derbirî ye  bi mercekê ku Bexda şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê bide.