Civata wezîran gotûbêjê dike derbarê horgelîyên danûstandinan li gel Bexda û pêngavên bicihkirina yasaya çaksazîyê

Evro, Çareşembîyê, 3/6/2020 Civata wezêrên Herêma Kurdistanê bi serperiştîya Mesrûr Barzanî, serokê Civata Wezîran û Qubad Talebanî cêgirê serokê Civatê civîya.

K24- Hewlêr

Evro, Çarşembîyê, 3/6/2020 Civata wezêrên Herêma Kurdistanê bi serperiştîya Mesrûr Barzanî, serokê Civata Wezîran û Qubad Talebanî cêgirê serokê Civatê civîya.

Di destpêka civînê de, serokê wezîrên Herêma Kurdistanê amaje bi zêdebûna metirsîyên Koronayê û zêdebûn hejmara qurbanîyan kir û bi navê civata wezîran pirse û serexweşî li kesûkarên qurbanîyan kir û hêvîya xwazt tûşbûyî zû baş bibin, supasî ya pabendbûna hevwelatîyan jî kir, ji bo pabendbûna wan bi rêkarên xweparêzîyê  û rênimayî yên tenduristîyê.

Got jî: Hikumeta Herêma Kurdistanê berdewam dibe ji peyrewkirina her rêkarekê bo paraztina selametîya hevwelatîyan û ti kêmasîyekê jî di evî warî de nekirîye û ewa pêwîst bûye encam daye û di niha de berpirsyarîya serke dikeve di stûyê xelkê de bo paraztina xwe, hevwelatîyan û civakê. Amaje bi wê yekê jî de, ku hikumet li dirêjedana girtinebera rênimayî yên tendurisîyê, dixwaze jîyan û jîyar xelkê li ber çav bihête girtin û ziyan bi wan nekeve, lê cihê daxê ye, xelkek dixwaze evê mijarê ku peywendîya rasterast bi jîyan û tenduristîya xelkê ve heye, bi sîyasî bike û guman ji hebûna metirsîya wê Vayrosê  durist kirine û hana xelkê didin pabendên rênimayîyan nebin. Lew ev kesên hanê dê rûbirûyê yasayê bibin.

Di tewereke dî de, serokê wezîran ronahî xiste ser dayeloga stratîcîk di navebra Îraq û Emerîkayê de, ku biryare di evê mehê de bihête encam dan û Herêma Kurdistanê jî têde pişikdar be. Civata Wezîran biryar da serokê dîwana serokatîya Herêma Kurdistanê, nwênerê herêmê be di wê dayelogê de.

Dûv re serokê wezîran, raportek derbarê hûrgelîyên danûstandinên şanda bala ya hikumeta Herêma Kurdistanê li gel hikumeta fedral pêşkeş kir. Amaje bi wê yekê jî kir, ku danûstandin li gel hikumeta nû ya Îraqê berdewam dibe bo çareserkirina arîşeyên taybet bi petrol û darayîyê li ser binemayên destûrê.

Dûv re jî raporta komîteya bala ya çaksazîyê hate pêşkeşkirin derbarê dûvçûnên pêngavên wezaretan û alîyên peywendîdar bo cîbicîkirina yasa çaksazîyê,  ku heya niha pêngavên baş bi rê kirine û rêkar û mîkanîzmên pêwîst û peyrewa bicîhkirina wê derketîye.

 Di dawîyê de, Civata Wezîran herdû piroje yasa (Maf û erkên nexweşan li Herêma Kurdistanê) û ( li stûkirina fermanberan li Herêma Kurdistanê) bi tevaya dengan hatin pesindkirin.