Li Îraqê 781 kesên din tûşî Koronayê bûn

Wezareta Tenduristîya Îraqê amara 24 demjimêrên bûrî yên Koronayê li seranserî Îraqê bi parêzgehên Herêma Kurdistanê ve jî ragehand.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Îraqê amara 24 demjimêrên bûrî yên Koronayê li seranserî Îraqê bi parêzgehên Herêma Kurdistanê ve jî ragehand.

Li gor ragehandina wezareta Tenduristîya Îraqê di dema 24 demjimêrên burî de, pişkinîn bo 8 hezar û 585 gumanlêkirîyan hatîye encamdan û tûşbûna 781 kesên din bi Vayrosa Koronayê hate destnîşankirin. Hevdem 24 kesan jî bi sedema wê Vayrosê canê xwe ji dest dane.

 Hejmar tûşbûyan li gor parêzgehan:

Bexda: 437 halet.

Besra: 41 halet.

Necef: 19 halet.

Silêmanî: 46 halet.

Hewlêr: 6 halet.

Duhok: 52 halet.

Dîyala: 8 halet.

Mîsan 35 halet.

Mûsenna:18 halet.

Babil: 33 halet.

Zîqar: 28 halet.

Enbar: 5 halet.

Kerbela: 11 halet.

Kerkûk: 35 halet.

Wek di wê ragehandinê de hatîye, di dema 24 demjimêrên burî de, 231 kesan canê xwe ji dest dane, 10 li bajarê Bexda, 5 li Silêmanîyê, 2 li Hewlêrê, 1 Babil, 1 Besre, 1 Mîsan û 1 Musenna. Hevdem 587 haletên başbûnê ji Vayrosê hathatine tomarkirin.

Heya niha hejmara tûşbûyan li seranserî Îraqê gehiştîye 8,168 haletan. Ji evê hejmareyê jî, 256 kesan bi sedema wê Vayrosê canê xwe ji dest dane û 4,095 kes jî bi temamî baş bûne û 3,817 kes jî ji nexweşxaneyan li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.