Nexweşekî Koronayê li Silêmaniyê canê xwe jidest da

Li bajarê Silêmaniyê kesekî din ê bi vîrusa Koronayê ketiye canê xwe jidest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Silêmaniyê kesekî din ê bi vîrusa Koronayê ketiye canê xwe jidest da.

Azad Heme Elî Salih 52 salî û bavê 3 zarokan bû, berî du rojan li nexweşxaneyê ji K24ê re gotibû: “Ez nizanim çawa bi vîrusa Koronayê ketim, min baş diparast û kêm ji malê derdiketim.

Li gor rojên pêşî, di çend rojên dawiyê de hejmareke zêde ya pêketina bi Koronayê li her sê parêzgehan Hewlêr, Silêmanî û Duhokê têne tomarkirin.

Li gor dawî amarên Wezareta Tenduristiyê jî, heta niha hejmara pêketiyan gihîşt 903 kesan, ji wan 15 kesan canê xwe jidest dane û 441 nexweş jî baş bûne.

 

 

S. B