5 pêketiyên bi Korona li devera Raperîn hatin tomarkirin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê pêketina 5 kesên nû bi vîrusa Koronayê li devera Raperîn ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê pêketina 5 kesên nû bi vîrusa Koronayê li devera Raperîn ragihand.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 5 pêketiyên din bi vîrusa Koronayê li devera Raperîn hatin destnîşankirin.

Diyar kir jî, 2 jinên 70 û 47 salî, peyayekî 37 salî û 2 zarokên 11 û 4 salî ne.

Ev di demekê de ye, Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê belav kir, îro 2 nexweşên Koronayê li Silêmaniyê canê xwe jidest dan.

 

S. B