Rêveberiya Xweser rê nade cotkar genimê xwe bifiroşin hikûmetê

Rêveberiya Xweser firotina genim ji hikûmeta Sûriyê re qedexe dike. Cotkar jî ji vê biryarê ne razî ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser firotina genim ji hikûmeta Sûriyê re qedexe dike. Cotkar jî ji vê biryarê ne razî ne.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, Rêveberiya Xweser firotina genim ji hikumeta Sûriyê qedexe dike û rê nade ku kemyonên genim yên cotkaran derkevin dervî herêmên di bin destên wan de.

Di vê derbarê de, hejmarek ji cotkarên Qamişlo ji peyamnêrê me re gotin, rêbendên asayişê rê nade wan ew berhemên xwe ji genim radestî navendên ser bi hikûmeta Sûriyê ve bikin.

Amaje bi wê da, vê yekê nerazîbûnek li cem cotkaran peyda kiriye.

Ev di demekê de ye, Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser nirxê yek kîlo genim bi 315 Lîreyên Sûrî diyar kiriye, lê hikumeta Sûriyê bi 400 Lîreyan genim dikire.

Cotkar jî dibêjin, ji ber ku têçûna çandinê gelekî li ser wan giran bûye, ji ber wê kî bi nirxeke bilindtir berhemên wan bikire, ewê bifiroşin wî.

Îsal nêzîkî 47 hezar Hêktar genim û zêdeyî 50 hezar Hêktar ceh li herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê hatiye çandin. Li gorî Desteya Çandinyê, pêşbîn e ew 500 hezar ton genim ji cotyaran bikirin.

Pêr peyamnêra K24ê Lava Esed raportek di derbarê vê babetê de amade kiribû, ku cudahiya di navbera nirxê genim li cem Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê de, pirsgirêkek çê kiriye û cotkar dixwazin berhemên xwe bi nirxekî bilind bifiroşin.

 

 

S. B