DAIŞê kesek û 3 kurên wî li Gulale kuştin

Li gundê Îslah ê ser bi bajarokê Gulale ve, teroristên DAIŞê 3 birayan û bavê wan dikujin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gundê Îslah ê ser bi bajarokê Gulale ve, teroristên DAIŞê 3 birayan û bavê wan dikujin.

Jêderek ji Asayişa Kuleco ji K24 re ragihand, kesek dema diçû bo nav baxçeyê xwe, ji aliyê hejmarek çekdarên DAIŞê rê lê girtin û di encamê de tê birîndarkirin. Piştre pêwendiyê bi kurên xwe dike, ji bo ku bi hawara wî ve biçin.

Wî jêderî got jî: Di dema, ku her sê kur bi hawara bavê xwe ve diçin, di kemîneke DAIŞê de tên kuştin.

Peyamnêrê K24 li Germiyan jî da zanîn, bavê her sê kuran yê birîndar bûbû jî, li nexweşxaneyê canê xwe jidest daye. Herwiha got jî: kesên hatine kuştin, ji pêkhateya Ereb in.

Ji ber valahiya ewlehiyê ya li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê durist bûye, tevgera çekdarên DAIŞê zêde bûye û çendîn car in êrîşî ser cotkaran û hêzên ewlehiyê yên Iraqî dikin.

 

S. B