Hêzên Hevpeymanan û HSDê dest bi operasyoneke nû kir

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên HSDê dest bi operasyoneke serbazî ya nû li dijî DAIŞê li ser sînorê Sûriyê û Iraqê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên HSDê dest bi operasyoneke serbazî ya nû li dijî DAIŞê li ser sînorê Sûriyê û Iraqê kir.

Jêderên serbazî ji nav HSD ji Kurdistan24 re ragihandin, îro Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) dest bi operasiyonek serbazî ya nû li dijî şaneyên DAIŞê li ser sînorê Sûriyê û Iraqê  kir.

Diyar kir jî, ew operasyon  ji navçeyên Şedadê li başûrê Hesekê û heta bajarokê Bokemalê li başûrê rojhilatê Dêrazorê li xwe digre.

Li gor jêderên Kurdistan24, di wê operasyonê de 3 hezar û 500 şervanên HSD beşdar in.

Piştî kontrolkirina dawî berîka DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê di meha Adara 2019an ve, hêzên Amerîkî û HSDê dest bi operasyonên lêgerîna li şaneyên razayî yên DAIŞê dikin û çendîn car in operayonên hevbeş li wê navçeyê dikin.

 

S. B