Wezareta Tendirustî: 30 kes bi Korona ketin e, 3 kes baş bûn e
30 kesên din li Herêma Kurdistanê bi Korona ketin û 3 kesên din jî baş bûn
K24-Navenda Nûçeyan
30 kesên din li Herêma Kurdistanê bi Korona ketin û 3 kesên din jî baş bûn.
Wezareta tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, li Parêzgeha Hewlêrê 12 kesên din bi vayrosê Korona ketin e, ku du ji wan xelkê bajarokê Xelîfan in .Herwiha Li devera Germiyan jî 7 kes û li Çemçemal jî 5 kes tûşî vayrosê korona bûne.Li Parêzgeha Duhokê jî 6 kes bi korona ketine ku sê zilam û sê jin in. Rêveberê Giştî yê tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ragehand ku sê tûşbûyên din yên korona baş bûne û hejmara giştî ya kesên baş bûn eli Hewlêrê gihişte 233 kesan.
C.B