Li Dihok û Hewlêrê 13 kes bi Korona ketin
Li Dihokê û Hewlêrê 13 kesên din bi vayrosê Korona ketin
K24-Navenda Nûçeyan
Li Dihokê û Hewlêrê 13 kesên din bi vayrosê Korona ketin.
Wezareta tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxwiyaniyekê de ragihand, li berdewamiya gerîn û pişkinîna li peyî gomanlêkirî û pêketiyên Korona, 6 kesên din li parêzgeha Duhokê bi korona ketin ku du jin û 4 zarokin û berkeftê tûşbûyên berya niha û hemû jî rûniştvanên nav bajar in.
herwuha 7 haletên nû yên Korona li Hewlêrê hatine destnîşankirin ku sê zilamên temen 60, 26 û 16 salî ne û sê jinên temen 57, 27 û 23ê salî û keçek 16 salî ne û hemû jî berkeftiyên tûşbûyên berê ne.
Wezareta Tendirustiyê belav jî kirye, yek ji pêketiyan rûniştvanê taxa Kwîstan e û şeşê din jî li taxa Hewlêra Nû dimînin.
Li herêma Kurdistanê 923 kes tûşî Vayrosa Korona bûn e, ji wan 16 kesan canê xwe jidest da ye û 441 kes jî baş bûn e.
C.B