hêzên Ûstralya û Nîwizlenda dê vekişin
Ûstralya û Nîwizlenda hêzên xwe bi temamî ji Îraqê vedikşînin.
K24- Hewlêr
Ûstralya û Nîwizlenda hêzên xwe bi temamî ji Îraqê vedikşînin.
Evro wezîra bergirîya Ûstralyayê, Lînda Rênnoldis ragehand, erkê serbazên wan li îraqê bi dawî hatîye û di dema dahatî de, serbazên xwe ji wî welatî dê vekişînin.
Piştî Êrişa berfireha Daişê li ser navçeyên cuda yên Îraqê, Ûstralya û Nîyozlenda li sala 2015 ê , weke beşek ji Hevpeymanîya Navdewletîya Djî Daişê, hêzên xwe li serbazgeha Tacî li bakurê Bexdayê bicîkirin.