Tûşbûyên yên din yên Koronayê li Silêmanîyê canê xwe ji dest dan
Azad Hewramî, rêveberê nexweşxaneya şehîd Tahir Elî Walî Beg taybet bi Kurdistan 24 re ragehand, şeva burî hevwelatîyek dî yê tûşbûyê Koronayê li Silêmanîyê canê xwe ji dest da.
K24- Silêmanî
Azad Hewramî, rêveberê nexweşxaneya şehîd Tahir Elî Walî Beg taybet bi Kurdistan 24 re ragehand, şeva burî hevwelatîyek dî yê tûşbûyê Koronayê li Silêmanîyê canê xwe ji dest da.
Azad Hewramî got jî: Ew hewramî temenê wî 64 salî bû ye û sê rojan li nexweşxaneyê ma û duhî şevê canê xwe ji dest da.
Herweha berî demekê jî, Ebdulla Ehmed cêgirê rêveberê Tenduristîya Silêmanîyê ragehand, ku kesek dî jî canê xwe da, ku temenê wî 64 sale canê xwe ji dest daye.
Ji destpêka derde koronayê heyan niha hejmara wan kesên bi vî derdî canê xwe ji dest dane gehişte 18kesan.