Rekarên Koronayê û pabendbûna xelkê Tirkiye

Li Tirkiyê ku li nav welatên cîhanê zêdetirîn corona belav dibe di rêza 10an de cîh digire bi şerta pabendbûna rêkaran qedexeyên korona qonax bi qonax bi dawî dibin. Li bazar û sûkam ku zêdetir qelebalix û liv û lebat çêdibe, karmendên fermî hişyarî dide xelkê ji hev dû bin û gera bêmask jî li xelk hatiye qedexekirin da ku pêşî li belavbûna virusê bê girtin.

K24-Istanbul

Tirkiye ku di nav welatên zêdetir virûsa korona belavtir dibe de di rêza 10an de cîh digire, qonax bi qonax dawî li qedexeyan tîne. Lê bi şerta pabendbûna hişyarî û rênimayan.

Li Stenbolê bazar û sûkên mezin ku piştî demeke dirêj bo peydekirina pêdiviyên xelkê hatin vekirin bi çavdêriya karmendên şaredariyan tên kontrolkirin, her kesek dikeve bazarê pêşî destê xwe dezenfekte dike û bê mask nikare kesek danûstandinê bike.

Fatîh Kurt-Karmendê Şaredariya Kagithane ya Stenbol- got: Kesên ji 18 salî biçûktir û ji 65 salî mezintir in em nahelin ku bikevin nav bazarê. Kesên ku bê mask hatibin jî em mask didin wan. Çimkî gera li nav bazarê bê mask qedexe ye. Ji bo pabendbûna hişyariyan jî tîmekê me jî tim li nav bazarê digere.

Niştecîhekê Stenbol dibêje: Ji ber coronayê em mask tim bi kar tînin. Dema li derva karê me diqede em diçin mal yekser dest û ser çavê xwe dişon.

Li nav bazarê ji bo parastina tenduristiyê, zêdetir qelebalixê çênebe û xelk zêdetir nêzî hev nebe bi megafonê hişyarî tê dayîn.

Niştecîhek dî yê Stenbol dibêje: Na, weke berê metirsiyeke min zêde nemaye. Bi rêk û pêk rojane her kesek paqijiya xwe bike ez bawer im ev rojên zehmet dê zû derbas bibe.

Li Tirkiyê li gor amarên fermî yekem haleta virûsa coronayê di 11ê Adarê rû da û heta niha hejmara kesên ji ber koronayê mirine ji 4 hezar û 606 kesî derbas bûye. Ji zêdetirî 166 hezar 422 kes jî tûşî virusa coronayê bûne. Piraniya tûşbûyî û kesên mirine niştecîhên ji bajarê Stenbolê ne.