Mêrdîn.. 50 gund 22 roj e bê elektrîk û av in
Li 50 gundên ser bi Qoser û Dêrik a navçeyên Mêrdînê, ji 14'ê Gulanê ve elektrîk (karaba) hatiye qut kirin. Bi qut kirina elektrîkê re li heman gundan av jî qut buye û gundî bi zehmetî û pirgirêkên mezin re rû bir û mane.
K24- Hewlêr
Li 50 gundên ser bi Qoser û Dêrik a navçeyên Mêrdînê, ji 14'ê Gulanê ve elektrîk (karaba) hatiye qut kirin. Bi qut kirina elektrîkê re li heman gundan av jî qut buye û gundî bi zehmetî û pirgirêkên mezin re rû bir û mane.
Li 50 gundên, Dêrik û Qoser a navçeyên Mêrdînê, 21 rojan zêdetir e ku welatî, bêy elektrîk û pê ve girêdayî jî zêdetirên gundan bêy av mane. Gundî tînin ziman ku ji pirsgirêkên nebûyîna elektrîkê zêdetir ew pirsgirêkên nebûyîna avê dikşînin û daxwaza çareseriyê dikin.
Fesîh Mercan, ji gundê Şabana ye û Îsa Yavûz jî ji gundê Hozberiyê ye ku herdû gund jî ser bi Dêrika navçeya Mêrdînê ve ne. Wek herdû gundiyan teqrîben ji 30 gundan gundî, piştî 14'ê Gulanê, ava vexwarinê ya malên xwe bi tankêr û tratoran ji vê derê dibin.
Fesîh Mercan -Welatî-Şêniyê Gundê Şebana got:"Ev 21 roj e ne ava me, ne jî elektrîka me heye. Em 15 km ji dûr tên li vir avê dadigrin tankêran û ji bo vexwarinê dibin. Ev av jî çiqas tendurist e bi gumane. Li gundê me gelek zarok nexweş dikevin û doktor dibêjin kus edem ava nepaqij e ku vedixun. Lê em mecbûrin ji berk u wekî din av tuneye ku em vebixun. Zade me hişk buye, pembuyê me li ber hişkbûnê ye û rewşa me xirab e."
Îsa Yavûz-şêniyê gundê hozberiyê- got: "Şertên ku ji bo cotkarên Edeneyê, cotkarên Trakya û Egeyê diyar kirine, ji bo me jî bila diyar bikin bi ser çavan em jî pereyê xwe bidin. Lê dahatuya 10 dor erd 50-60 hezar be, 100 hezar pereyê elektrîkê tê. Em cotkar nikarin wî pereyi bidin ne mumkun e. Ewê debara mala xwe bi çi bike, zarokên xwe bi çi xwedî bike û bide xwendin? Hêviya me ew e ku serokkomar û dewlet li ser vê pirsgirêkê rawerstin."
2 Parlamenterên Partiya Komarî ya Gel CHP'ê jî serdana gundan û gundîyan kirin û balê kişandin ku birîna elektrîkê re, hilberîna cotkarî tê tekbirin û ev jî tawanekî mezin e.
Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê û Berpirsê cotkarî yê CHP'ê Orhan Saribal da zanîn ku saziya elektrîkê li van gundên Mêrdînê tawanan dikin û divê demildest elektrîka welatiyan bê berdan.
Orhan Saribal-parlamenter û cîgirê serokê giştî yê Chp'ê got: "Em ji vê pirsgirêkê agahdar in û ji ber vîrusa coronayê, me nikarî zutir werin. Lê her berhem û nebatekî kut ê çandin, berpirsyariya hemû civaka wî welatî ye. Loma jî, cotkar, rayedarên dewletê û em hemû divê demeke zûtir vê pirsgirêkê çareser bikin. Emê bi rêvebirên saziya elektrîkê û rêvebirên bajêr re jî li ser pirsgirêkê hevdîtin bikin."
Bi taybet di serdema ku şovaya vîrusa corona covît19 heye de, nebuyîna elektrîk û avê dibe sedem ku welatî nikaribin paqijiya xwe jî baş bikin. Loma jî daxwazî ew e ku demildest elektrîka wan gundan bê berdan.