Hevpeymanîya Navdewletî û HSDyê operasyoneka serbazî ya nû destpêkirin

Li Dêrezorê HSDyê 21 çekdarên ser bi Daişê desteser kirin.

K24- Hewlêr

Li Dêrezorê HSDyê 21 çekdarên ser bi Daişê desteser kirin.

Mêdya ser bi HSDyê ve belavkirîye, hêzên Sûriya Demokrat bi piştevanîya Hevpeymanîya Navdewletî  pirosêseke ewlehîyê li derdora Dêrezorê li nêzîkî sînorê Îraqê birêve birin û karîn 21 çekdarên Daişê li derdora Dêrezorê û Hesekeyê desteser bikin.

Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirovî jî belav kirîye, HSD û Nevpeymanîya Navdewletî hêzeke mezin li gundên Bisêre û Sor li rojhelatê Dêrezorê belav kirîye û hêzên xwe li zevîya Emir ya petrolê û li bakurê Dêrezorê jî belav kiribûn û rêya çûnûhatna di navbera wan gundan de biriî bû.

Duhî  Hevpeymanîya Navdewletî û HSDyê dest bi operasyoneke serbazî ya nû li dijî şaneyên Daişê li sînorê Sûriyê û Îraqê kiribûn ku di wê operasyonê de zîdetir ji sê hezar şervanên HSDyê beşdar bûne.