Girûpên çekdar ser bi Tirkiyê ve jineka dî ya Kurd revandin

Girûpên çekdar ser bi Tirkiyê ve jineka Kurd ji bajarê Efrînê revandin

K24-Hewlêr

Girûpên çekdar ser bi Tirkiyê ve jineka Kurd ji bajarê Efrînê revandin

 Rêxistina Mafên Mirovî li bajarê Efrînê belav kirîye, hewalgîrîya Tirkiyê  û giropên çekdarên ser bi wê ve, bi ser mala mala jineka Kurd temen 45 salî dadan û ew  revandin bê ku tuhmeta wê eşkere bikin. Ew jin navê Sîlfane Ebidelrehman e û rûniştvana taxa Şerefîye ya bajarê Efrînê  ye û ber bi cihekê nediyar birin û heyae heya niha ti zanyarî li ser wê  nîne.

Li gor Rêxistinê, girûpa Elhemzat li gundê Burc Ebdalo jî di kiryarên xirab lidjî xelkên wî gundî berdewamin û  dest danîye ser muweldeya Eliktrîkê û bîra av a gundî  û  li gel muxtarê wî gundî cutyaran neçar dikin ku erdê xwe ji wê bîrê av bidin  beramber bi 40 hzar lîreyên Sûrî ji her hiktarekî re  û her kesekî ku ji bîra xwe ya taybet zeviya xwe av bide jî, wê ew dest deyinin ser matorê wan yê avê û emalakên wan.