Iraq: Zêdetirîn amara tûşbûyên Korona di rojekê de hat ragihandin

Wezareta Tendirustiya Îraqê zêdetirîn amara tûşbûyên Korona di rojekê de ragihand

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tendirustiya Îraqê zêdetirîn amara tûşbûyên Korona di rojekê de ragihand.

Di daxuyanyekê de, Wezareta Tendirustiya Îraqê ragihand, di 24 demijmêrên borî de nêzîkî 10 hezar pişkinînên Korona encam dan e û di encam de 1 hezar û 006 tûşbûyên Korona hatine destnîşan kirin, ku piraniya wan li bajarê Bexdayê ne.

Wezareta Tendirustiya Îraqê ragihand jî, di 24 demjmêrên bdrî de 14 kesên din, bi Vayrosê canê xwe jidest dan e û 253 pêketiyên Korona baş bûn e.

Heta niha 9 hezar û 846 kes li Îraqê bi Korona ketin e, ji wê hejmarê 285 kesan canê xwe jidest dan e û 4 hezar û 537 kes jî, baş bûn e.

 

 

 

C.B