Şelal Gedo: Divê ENKS û PYD daxwaza bernameya “petrol ji bo xwarekê” bikin
Sekreterê Partiya Çep a Demokrata Kurd li Sûriyê radigihîne, di dema bicihkirina yasaya Sîzer de, divê ENKS û PYDê daxwaza bernameyeke wek ya “petrol li hember xwarakê” ya li Herêma Kurdistanê bicih bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Sekreterê Partiya Çep a Demokrata Kurd li Sûriyê radigihîne, di dema bicihkirina yasaya Sîzer de, divê ENKS û PYDê daxwaza bernameyeke wek ya “petrol li hember xwarakê” ya li Herêma Kurdistanê bicih bikin.
Sekreterê Partiya Çep a Demokrata Kurd li Sûriyê Şelal Gedo di derbarê bandora sizayên Sîzar li ser Rojavayê Kurdistanê de ji K24ê re ragihand, Biryar e di 17ê vê mehê de yasaya Sîzer li ser Sûriyê bikeve warê braktîkê de, tevî ku ew yasa li Rojavayê Kurdistanê bicih nabe, lê bandora wê di warê aborî de dê lê bibe, ji ber ku nirxê Lîreya Sûrî li hember Dolar gelekî ji daketiye.
Encûmena Pîran a Amerîkî di meha Berçileya 2019an de Yasaya Sîzer pesend kiribû, yasaya Sîzer jî projeyeke Amerîkî li dijî rêjîma Sûriyê ye, sizayan li ser her alî û kompanyayên Serokê Sûriyê û hêzên wê yên serbazî û karta enerjiyê bike bicih dike.
Şelal Gedo got: Divê herdu aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ENKS û PYD daxwaz ji Amerîka bikin, ezmûna Iraq û Herêma Kurdistanê li Sûriyê jî bicih bikin, ku di wê demê siza li ser rêjîma Iraqê hebû, lê li Herêma Kurdistanê bernameya petrol ji bo xwarakê hebû. Heger Amerîka û civaka navdewletî bernameyeke wiha li Rojavayê Kurdistanê jî pêk bînin, dê rê li ber karesatên mirovî bigire.
Amaje bi rewşa aborî ya Rojavayê Kurdistanê da û diyar kir, ji ber ku jêdera welatiyên Rojavayê Kurdistanê ji karta çandiniyê ye û ji ber daketina nirxê Lîreya Sûrî li hember Dolar, divê Rêveberiya Xweser careke din bi nirxê kirîna ceh û genimê cotkaran de biçe û serast bike.
Amaje bi wê da, heger rewşa aborî ya welatiyan xiraptir bibe, kes li Rojavayê Kurdistanê namîne, ji ber wê divê Rêveberiya Xweser û ENKSê bi cidiyet vê pirsê bi Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîkiyan re gengeşe bikin, ta çareserîne bilez deynin.
Diyar kir jî, yasaya Sîzer li ser rêjîma Sûriyê bicih dibe, wek fişarekê ji bo dest bi proseya siyasî bike û biryara navdewletî 2254 bicih bike, lê ew yasa alîkariyên mirovî bo xelkê Sûriyê nabire û dê alîkarî ji aliyê civaka navdewletî ve berdewam be.
S. B