Li Serê Kaniyê teqîn.. 10 kes birîndar bûn
Di encama teqînekê li gundewarê Serê Kaniyê de, 10 kes birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama teqînekê li gundewarê Serê Kaniyê de, 10 kes birîndar bûn.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, teqînek bi riya otombîleke bombekirî li bazara bajarokê Til Helefê yê li başûrê rojavayê Serê Kaniyê rû da.
Li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de 10 kes birîndar bûn û ziyaneke madî ya mezin gihîşt welatiyan.
Duhî jî li Serê Kaniyê otombîlek li nava bajêr teqiyabû û di encamê de 2 kes hatibûn kuştin, yek ji nava wan zarok bû. Herwiha 7 kes jî birîndar bûbûn.
Ji dema dagîrkirina Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar di Cotmeha 2019an ve, rewşa ewlehiyê bi yekcarî têk çûye û bi awayekî berdewam teqîn tên kirin û welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.
S. B