Deriyê Sêmalka careke din li pêş welatiyan vedibe
Rêveberiya Xweser careke din deriyê sînorî Sêmalka li pêş xelkê Rojavayên Kurdistanê yên serdana Herêma Kurdistanê kirine vedike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Xweser careke din deriyê sînorî Sêmalka li pêş xelkê Rojavayên Kurdistanê yên serdana Herêma Kurdistanê kirine vedike.
Rêveberiya Deriyê Sêmalka li rûpela xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir, kesên ku bi mebesta nexweşî û haletên mirovî serdana Herêma Kurdistanê kiribûn, dikarin ji sibe 7ê Hezîranê ve di Sêmalka re vegerin Rojavayê Kurdistanê.
Deriyê sînorî yê li aliyê Rojavayê Kurdistanê navê wê “Sêmalka” ye û li Başûrê Kurdistanê “Pêşabûr” e, Rêveberiya Xweser di çarçoveya rêgirtina li belavbûna virusa Koronayê, di Adarê bûrî de ew derî girtibû.
Hefteya bûrî jî Rêveberiya Deriyê Sêmalka rê li ber welatiyên li Herêma Kurdistanê asê mebûn vekir, lê ji ber bilindbûna hejmara pêketina bi vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê, careke din derî girtibû.
S. B