Fuad Husên bû Wezîrê Derve yê Iraqê
Encûmena Nûnerên Iraqê bi amadebûna 247 parlemanteran civiya û deng da 7 wezîrên kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û Fuad Husên wek Wezîrê Derve yê Iraqê hat hilbijartin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Nûnerên Iraqê civiya û deng da 7 wezîrên kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û Fuad Husên wek Wezîrê Derve yê Iraqê hat hilbijartin.
Encûmena Nûnerên Iraqê şeva 6ê Gulana bûrî bawerî dabû 15 wezîrên kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê bi serokatiya Mustefa Kazimî, dana baweriyê bi 7 wezîrên din hatibû paşxistin.
Îro Encûmena Nûnerên Iraqê ji bo dana baweriyê bi 7 wezîrên mayî, bi amadebûna 247 parlemanteran civiya û bawerî da wan 7 wezîrên mayî û Fuad Husên bawerî ji bo posta Wezîrê Derve yê Iraqê wergirt.
S. B