2 hezar û 269 kesên din li Îranê tûşî Vayrosa Korona bûn

2 hezar û 269 kesên din li Îranê tûşî Vayrosa Korona bûn, 75 kesên din jî, bi Vayrosê canê xwe jidest dan.

K24- Hewlêr

2 hezar û 269 kesên din li Îranê tûşî Vayrosa Korona bûn, 75 kesên din jî, bi Vayrosê canê xwe jidest dan.

Peyvdarê Wezareta Tendirustî ya Îranê Kyanûş Cîhanpûr ragihand, di 24 demjimêrên borî de 75 kesên din bi Vayrosa Korona li Îranê canê xwe jidest dan e û 2 hezar û 269 kesên din jî,  tûşî Vayrosê bûn e.

Bi vê yekê, hejmara kesên bi Korona li Îranê mirin e gihîşte 8 hezar û 209 kesan û hejmara tûşbûyan jî, bo 169 hezar û 425 kesan bilind bû.