Bandora birrîna Elektrîkê li ser 50 gundên Mêrdînê
Li 50 gundên Mêrdînê qutkirina elektrîkê, liser nexweşên kronîk bandorên metirsîdar dike. Cotkar û gundî bal dikşînin, ku bi qutbuyîna elektrîkê ra, nexweşên li wan gundan, di warê tenduristî de tengasiyên mezin dijîn.
K24- Mêrdîn
Li 50 gundên Mêrdînê qutkirina elektrîkê, liser nexweşên kronîk bandorên metirsîdar dike. Cotkar û gundî bal dikşînin, ku bi qutbuyîna elektrîkê ra, nexweşên li wan gundan, di warê tenduristî de tengasiyên mezin dijîn.
Li Gundê Eynteriyê ku ser bi Dêrika navçeya Mêrdînê ve ye û bi 50 gundên din re 22 roj e, bê elektrîk û bêy av mane, 2 nexweşên pençeşêrî û 2 nexweşên coah'ê hene. Di 14'ê Gulanê de, elektrîka wan hatiye birîn û pê ve girêdayî jî, ava gund jî 22 roj e tune ye.
Ahmet Karaca, nexweşê coahê ye û radigihîne ku ev 5 sal e bi piştgiriya makîneya oksîjenê jiyana xwe didomîne. Karaca bi vê amura ku oksijen hildiberîne ve girêdayîbûye, lê niha ji ber ku elektrîk tune ye, ew makîne kar nake û her carê divê tupê oksîjenê bistîne da ku jiyana xwe bidomîne.
Ahmet Karaca - Nexweşê Coahê- dibêje: "Ev 21-22 roj e, elektrîka me tune ye û ev alet jî bi enerjiyê kar dikin. Ez teqrîben 5 sal e ku nexweşîna coahê ketime û wiha jiyana xwe didomînim. Niha enerjiya me tune ye û em naçar in û nikarin tiştekî jî bikin."
Piştî ku elektrîka gund hatiye birîn, ava gund jî tune ye û gundî li gel pirsgirêka peyda kirina avê ji bo paqijî û avdana bexçe û zeviyan, pirsgirêkapeyda kirina ava vexwarinê jî dikşîn in.
Îsmaîl Ergul jî nexweşê pençeşêrê ye û ev salekiye ku ji ber wê nexweşînê ketiye nav ciyan. Hevjîna Îsmaîl, Cemîle Ergul tîne ziman ku wan jixwe di nav derfetên kêm de hewla jiyanê didan û niha tengasiyên mezin dikşînin.
Cemîle Ergul- Hevjîna Îsamîlê ku Nexweşê Pençeşêrî ye dibêje: "Halê me ne tu hal e, ne av e, ne elektrîk e, halê me halê rezaletî ye. Erebeya me tune ye, çi derfetek me jî nîn e û em wisa li holê mane. Yên ku erebe û traktorên wan hene bi tankêran avê tînin hewşa xwe, lê em naçar in."
Tenê li heman gundî 2 nexweşên din jî hene ku bi heman nexweşînan ketî ne-. Gundî radigihînin ku metirsiya wan heye ku nexweşîn û şovayên nû li wan gundên bêy av û elektrîk rû bidin û zêde bibin.