Li Duhok û Germîyan 23 kesên din tûşî Koronayê bûn

Di dû ragehandinên cuda de wezareta Tendristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand 3 kes li parêzgeha Duhokê û 20 kes jî li germîyan tûşî Vayrosa Koronayê bûn.

K24- Hewlêr

 Di dû ragehandinên cuda de wezareta Tendristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand 3 kes li parêzgeha Duhokê û 20 kes jî li germîyan tûşî Vayrosa Koronayê bûn.

 Di ragehandina yekem de hatîye, li parêzgeha Duhokê 3 tûşbûyên din yên Vayrosa Koronaya nû Covid- 19 li parêzgeha Duhokê hatin destnîşankirin, ku jineka temen 40 salî, kiçeka temen 17 salî û kurekê temen 16 salî ne û tevay wan jî berketîyên tûşbûyên berê ne.

 Di ragehandina dûyem jî hatîye, li devera Germîyan 20 tûşbûyên nû yên Koronayê hatin destnîşankirin, ku 10 zelam, 2 jin, 2 xort û 6 zaro ne. 2 tûşbû pizîşk û karmendên tenduristîyê ne û berkevtîyên tûşbûyên berê ne û tûşbûyên din jî, berkevtîyên wan 2 tûşbûyan in ku ji bajarê Bexda vegeryabûn.

Yek tûşbû xelkê Serçinar a bajrê Silêmanîyê ye.

 Tûşbûyên din, rûniştvanê taxên Şehîdan, Qendîl, Bingird, fermanberan û kempa Taze Dê ne li qezaya Kelar.