Li Silêmanîyê 66 kesên din tûşî Koronayê bûn
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê encamên pişkinên nû yên Vayrosa Koronayê ragehand, û tekz kir ku 66 kesên din li Silêmanîyê tûşî Vayrosa Koronayê bûn.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê encamên pişkinên nû yên Vayrosa Koronayê ragehand, û tekz kir ku 66 kesên din li Silêmanîyê tûşî Vayrosa Koronayê bûn.
Di ragehandina Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê de hatîye: Li berdewamîya pişkinîn û geryanê li dûv gumalîkirîyan û tûşbûyan, 66 kesên din bi Vayrosa Koronaya nû COVID- 19 hatin destnîşankirin. 38 elam, 4 jin, 2 xort û 2 zaro. 13 kes tûşbû berketîyên tûşbûyên berê ne û tûşbûyên din nîşanên wê nexweşîyê hene.
3 tûşbûyî rûniştvanên qezaya Çemçemal in.
2tûşbûyî rûniştvanên qezaya Pênciwîn in.
1 tûşbûyî rûniştvanê qezaya derbendîxan e.
60 tûşbûyî jî rûniştvanên nav bajarê Silêmanîyê ne.