Ekrem Hiso: Divê Rêveberiya Xweser bi fermî kar bi Dolar bike

Hevserokê berê yê Desteya Cibicîkar a Herêma Cizîrê li ser nirxê kirîna genim ragihand, divê Rêveberiya Xweser nirxê genim bi Dolar destnîşan bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê berê yê Desteya Cibicîkar a Herêma Cizîrê li ser nirxê kirîna genim ragihand, divê Rêveberiya Xweser nirxê genim bi Dolar destnîşan bike.

Hevserokê berê yê Desteya Cibicîkar a Herêma Cizîrê Ekrem Hiso li ser nirxê kirîna genim ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ji K24ê re ragihand, îro nirxê Dolar li Şamê gihîşt 2 hezar û 500 Lîreyên Sûrî, ji ber wê çi nirxê Rêveberiya Xweser ji genim re diyar kiriye ku 315 Lîre ye û çi nirxê hikûmeta Sûriyê diyar kiriye ku 400 Lîre ye, nirxê rast ê genim nîşan nade.

Li ser biryara Rêveberiya Xweser a qedexekirina firotana genim bo hikûmeta Sûriyê re got: Ti mafê Rêveberiya Xweser tune ye rê nede cotkaran genimê xwe bifiroşin hikûmeta Sûriyê. Li cihê qedexekirinê, divê Rêveberiya Xweser çareseriyeke bilez peyda bike, ji ber ku werzê genim lidar e û şewat û agir pir e û rewşa xelkê jî gelekî xirap e.

Ekrem Hiso got: Di pirsa kirîna genim de, îro Rêveberiya Xweser bi rêjîma Sûriyê re di şerekî siyasî de ye. Di vê Rêveberiya Xweser bi çi derfetên di destê wê de hene, bersiveke siyasî bide rêjîma Sûriyê û xelkê Rojavayê Kurdistanê ji vê aloziya mezin derbixe.

Tekez kir jî: Pirsa genim îro bûye pirseke serwerî û siyasî, Rêveberiya Xweser yan dê bişike, yan jî biser bikeve. Ji vê divê girîngî ne ji pirsa darayî û nirxê genim û têçûna wê re be, belkû divê Rojavayê Kurdistanê ji vê aloziyê rizgar bike.

Got: Rojavayê Kurdistanê tenê bi riya pereyên Sûrî ye dikare bikeve bin bandora yasaya Sîzer. Ji ber divê Rêveberiya Xweser biryareke cidî derbike û Dolar bike pereyê fermî yê Rojavayê Kurdistanê. Ev dê aramiyê li bazarê peyda bike û ji aliyekî din ve jî bazirgan û webirhêner dê ji hemû bajarên Sûriyê berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê. Herwiha dê bibe kareteke siyasî di destê Rêveberiya Xweser de ku pê bersivê bide rêjîma Sûriyê.

Hevserokê berê yê Desteya Cibicîkar a Herêma Cizîrê amaje bi wê da: Niha li ser xaka Sûriyê 4 hikûmet hene, her yekê nirxeke cuda ji genim re destnîşan kiriye. Hikûmeta Bereya Nusrayê 240 Dolar ji yek ton genim re, hikûmeta demkî ya Îtîlafê Opozîsyonê 220 Dolar ji yek ton genim re, rêjîma Sûriyê 400 Lîre ji yek kîloyê re û herwiha Rêveberiya Xweser 315 Lîre ji yek genim re diyar kiriye. Ya herî dewlemend li Sûriyê Rêveberiya Xweser e, lê nirxê herî kêm ji genim re diyar kiriye.

Herwiha tekez kir, divê Rêveberiya Xweser nirxê genim bi Dolar destnîşan bike, ku ne kêmtirî 300 Dolar ji tona genim re be, ta bikare rewşa bîrewerî, siyasî, aborî û civakî çareser bike û bihêle Rojavayê Kurdistanê ji hemû Sûriyan re bibe deriyek, ku bên lê kar bikin.

 

S. B