Li Hewlêrê karmendekî polîs di bûyereke teqekirinê de hat kuştin

Li nahiya Daratû ya ser bi Hewlêrê ve, karmendekî Fermangeha Yasayî ya Polîsa Herêmê di bûyereke teqekirinê de hat kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li nahiya Daratû ya ser bi Hewlêrê ve, karmendekî Fermangeha Yasayî ya Polîsa Herêmê di bûyereke teqekirinê de hat kuştin.

Li gor zanyariyan, polîsê bi navê Serheng Osman, şeva bûrî li nahiya Daratû di bûyereke teqekirinê de hat kuştin, bêyî ku pêwendiya wî bi wê bûyerê re hebe.

Bînerekî wê bûyerê da zanîn, şerek di navbera hin kesan de rû dabû û di dema teqekirinê de, Serheng Osman û hevjîna xwe bi otombîla xwe di cihê bûyerê re derbas dibin û wê demê guleyek lê ket û canê xwe jidest da.

 

S. B