Li Silêmaniyê 2 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan
Li Silêmaniyê 2 hilgirên vîrusa Koronaya nû COCID-19 canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Silêmaniyê 2 hilgirên vîrusa Koronaya nû COCID-19 canê xwe jidest dan.
Cîgirê Rêvebirê Tenduristiya Silêmaniyê Ebdula Ehmed ji K24ê re ragihand, îro 2 pêketiyên bi vîrusa Koronayê li Silêmaniyê canê xwe jidest dan û rewşa nexweşekî din jî ne cîgir e.
Peyamnêrê K24ê li pêş nexweşxaneyeke taybet bi nexweşiya Koronayê da zanîn, hejmarek ji pêketiyên Koronayê rewşa wan ne cîgir e û pêwîstiya wan bi amûreya henasedana destkird heye, lê tenê 65 amûreyên henasedana destkird li Silêmaniyê hene.
Ev yek di demekê de ye, şeva bûrî jî pêketiyekî bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dabû.
Li gor dawî amarên Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê, heta niha li Herêma Kurdistanê 1196 kes bi vîrusa Koronayê ketine, jê 22 kesan canê xwe jidest dane û 448 kes jî baş bûne.
S. B