Ji ber topbarana Tirkiyê agir bi devera Biradost ketiye

Topxaneya Tirkiyê binke û baregehên PKKê li sînorê nahiya Sîdekanê topbaran kir û di encamê de agir bi çiya ketiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Topxaneya Tirkiyê binke û baregehên PKKê li sînorê nahiya Sîdekanê topbaran kir û di encamê de agir bi çiya ketiye.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, derengê şeva bûrî topxaneya Tirkiyê sînorê herdu gundan Sîran û Mêrgereş li devera Biradost topbaran kirin, di encamê de agir bi çiya, pêş û daran ketiye û het niha jî agir vêketiye.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, agir gihîştiye nava gundê Kaniya Reş jî û metirsî heye mal û zeviyên welatiyan bêne şewitandin.

Diyar kir jî, ji ber rewşa metirsîdar a wê navçeyê, tîmên berevaniya şaristanî yên Sîdekanê nikarin bigihin cihê bûyerê û agir vemirînin.  

 

 

S. B