Wezareta Navxwe qedexeya çûnûhatina di navbera bajaran de dirêj kir
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê qedexeya hatinçûnê di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê de dirêj kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê qedexeya hatinçûnê di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê de dirêj kir.
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, qedexeya çûnûhatinê di navbera bajaran û îdareyên serbixwe heta 15ê vê mehê tê dirêjkirin.
Di xaleke din a daxuyaniyê de hatiye, kî bixwaze çûnûhatinê di navbera bajaran de bike, dikare bi riya sîstema eliktironî li ser malpera Wezareta Navxwe bixwaze.
Diyar kir jî, parlemanterên Iraqê yên nişticihên Herêma Kurdistanê ne, rê ji bo wan heye bi berçavgirtina rênimayên tenduristiyê, çûnûhatinê di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê de bikin.
Herwiha ragihand jî, çûnûhatina ajans û rêxistinên Netewên Yekgirtî û yên navdewletî dikarin li seranserî Herêma Kurdistanê çûnûhatinê bikin.
Biryareka din ya Wezareta Navxwe ew e ku ji demjimêr 12 şevê heta 6 sibê, tevahiya cihên giştî tên girtin.
S. B