Li Hewlêrê 13 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê pêketina 13 kesên nû bi vîrusa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê pêketina 13 kesên nû bi vîrusa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê ragihand.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 13 pêketiyên din bi vîrusa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê hatin destnîşankirin.

Wezareta Tenduristiyê diyar kir jî, kesên bi vîrusê ketinê: 5 peya, 3 jin, keçek û 4 zarok in.

Bi vî awayî, li hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine gihîşt 1196 kesan, jê 22 kesan canê xwe jidest dane û 448 kes jî baş bûne.

 

S. B