Li Rojhilatê Kurdistanê 10 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan

Li Rojhilatê Kurdistanê 22 hezar û 667 kes bi vîrusa Koronayê ketine û tenê di 24 demjimêrên bûrî de 10 bi wê vîrusê canê xwe jidest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Rojhilatê Kurdistanê 22 hezar û 667 kes bi vîrusa Koronayê ketine û tenê di 24 demjimêrên bûrî de 10 bi wê vîrusê canê xwe jidest dane.

Zanîngeha Bijîşkî li Rojhilatê Kurdistanê aşkere kir, di 24 demjimêrên bûrî de, li Rojhilatê Kurdistanê 664 kes bi vîrusa Koronayê ketin û 10 kesan jî canê xwe jidest dan.

Li gor amarên wê zanîngehê, hejmara kesên li Rojhilatê Kurdistanê canê xwe bi Koronayê jidest dane, gihîştiye 798 kesan.

Ev amarên hatine ragihandin fermî ne, lê amarên ne fermî dibêjin ku hejmara pêketin û mirina bi Koronayê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji van hejmaran zêdetir e.

 

S. B