Li Qamişlo teqînekê rû da
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, teqînek bi riya xwekujekî li xaleke asayişê li bajarê Qamişlo hate kirin.
Peyamnêrê me da zanîn jî, xwekujekî xwe di xala pişknînê ya asayişê li çarêya Hilko xwe teqand.
Li gor zanyariyên destpêkê, tenê kesê xwe teqandiye hatiye kuştin û ti ziyanên din ên canî nebûne.
Hêzên asayişê cihê teqînê dorpêç kirine û dest bi lêkolînan kirine.
Tê Nûkirin..