Wezareta Tenduristiyê nûtirîn amarên Koronayê belav kirin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên vîrusa Koronaya nû Covid-19 belav kir û ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 5 tûşbûyên Koronayê canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên vîrusa Koronaya nû Covid-19 belav kir û ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 5 tûşbûyên Koronayê canê xwe jidest dan.

Amarên taybet ên nexweşiya Korona li Herêma Kurdistanê bi vî awayî ne:

1- Kerentîn

Hejmara welatiyên hatine kerentînkirin (12815) kes in. Niha tenê (776) kes li (33) cihên cuda di kerentînê de mane, (206) kes li Hewlêrê, (33) kes li Silêmaniyê, (537) li Duhokê. Herwiha (12039) welatî jî piştî mana du hefteyan ji kerentînê derketine û vegeryane malên xwe. Herwiha (55) kesên din jî di 24 demjimêrên bûrî de hatine kerentîkirin.

2- Pişknîn

Di 24 demjimêrên bûrî de (1774) pişknîn hatin kirin, (692) li Hewlêrê, (658) li Silêmaniyê, (400) li Duhokê û (20) li Germiyanê.

Derencam: Di 24 demjimêrên bûrî de, 5 kesan canê xwe jidest dan, û (133) pêketiyên nû hatin tomarkirin.

Li parêzgeha Hewlêrê (39) kes. Li parêzgeha Silêmaniyê (91) kes û li parêzgeha Duhokê (3) kes.

3- Amerên Giştî

Koma giştî ya hilgirên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê (1222) kes in, jê (24) haletên mirinê hene û (448) kes jî bi temamî baş bûne û niha tenê (750) nexweş di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

Wezareta Tenduristiyê ligel destxweşiyê li Wezareta Navxwe û tîmên bijîşkî ku di kar de ne dike, daxwaz ji welatîyan dike pabendî  rênimayên tenduristîyê bin, ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ (122) re bikin.

 

S. B