Mela Bextiyar: Referandom belgeyeke dîrokê û ez lin piştîvanîkirina wî ne poşmanim

Endamê Civata Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtî Mela Bextiyar, di gotûbêjek taybet de bo Kurdistan 24 behsa derbasbûna 3 salan bi ser diyarkirina roja Referandûmê kir û ragihand, rijdbûna Serok Barzanî û piştî nirxandina rewşê, biryar liser roja encamdan a Referandûmê hate dan.

K24- Hewlêr

Mela Bextiyar got, ew ti caran ji piştevanî û beşdarîkirina di Referandûma serxebûna Kurdistanê de poşman nabe.

Mela Bextiyar da zanîn, Referandûm belgeyek dîrokî û wîjdanî ye.

Derbarê karvedanên welatan liser Referandûmê Mela Bextiyar diyarkir, hemû tawan û xerabkariyên piştî Referandûmê dikevin stûyê Heyder Ebadî û ew bi rêkxerê Erebkirina navçeyên Kurdistanê  binav kir  .