Li Diyarbekirê hejmara pêketiyên bi Vayrosa Korona gihişt 1,150 kesan
Li Diyarbekirê hejmara pêketiyên bi Vayrosa Korona gihişt 1 150 kesan. Serokê Jûra Bizîşkan a Diyarbekirê dibêje, li nexweşxaneyan gihiştine asta herî bilind a pêketiyên korona.
K24- Hewlêr
Li Diyarbekirê hejmara pêketiyên bi Vayrosa Korona gihişt 1 150 kesan. Serokê Jûra Bizîşkan a Diyarbekirê dibêje, li nexweşxaneyan gihiştine asta herî bilind a pêketiyên korona.
Serokê Jûra Bizîşkên Diyarbekirê Mehmet Şerîf Demîr da xuyakirin, bi destpêkirina proseya asayîkirinê, li Diyarbekirê hejmara pêketiyên Korona bi awayek lezgîn bilind bû ye û gihîştiye 1 150 kesan.
Da zanîn, di 10 rojên piştî Cejna Remezanê de hejmara pêketiyan, ên 3 mehan derbas kiriye û niha
200 pêketî di nexweşxaneyan de tên dermankirin, ku rewşa 20 ji wan, giran e. Da xuyakirin, 300 kes jî, di malan de hatine karantînkirin.