Hêzên Îranê kolberekê dî yê Kurd kuşt û 4 jî birîndar kirin
Di 24 demjimêrên borî de, li sînorên rojhilatê Kurdistanê bi teqeya hêzên Îranê 5 kolber bûn e qurbanî.
K24- Hewlêr
Di 24 demjimêrên borî de, li sînorên rojhilatê Kurdistanê bi teqeya hêzên Îranê 5 kolber bûn e qurbanî.
Rêxistina Hengaw bo Mafên Mirovî belavkiriye, 3 kolber li sînorên Newsûd, Seqiz û Bane li rojhilatê Kurdistanê bi teqeya hêzên Îranî hatine brîndar kirin. Rêxistinê eşkera kir, li sînorê Pişder bi teqeya hêzên Îranê, kolberek hatiye kuştin û yek jî, brîndar bû.