Li Kobanê bazarên demkî ji bo çend demjımêran tên vekirin
Li bajarê Kobanî, bazarên demkî ji bo çend demjimêran di rojê de hene. Her carê jî, li cihekî ne.
K24- Kobanê
Li bajarê Kobanî, bazarên demkî ji bo çend demjimêran di rojê de hene. Her carê jî, li cihekî ne.
Jinek ji Kobanî, ji bo debara jiyana xwe, li van bazaran digere û kelûpelan difroşe.
Ji Kurdistan24 re dibêje, rewşa wan ya aborî gelekî zehhmet e, û ew neçar e, vî karî bike.
Ji ber Nebûna derfetin kar ji bo wê, firutana kelûpalan di bazarin demkîde ji xwe re kiriya jêdera bi tenê ji bo dabara jiyana xwe û malbate xwe bike.
Diya alî, ku temenê xwe 50 salin, li gondewarê herîma kobanê digere, û rojê li gondekî li gel bi sedan ji firoşkaran, heyberin xwe ji bo fortanê pêşkêş dike.
Tevî ku li tevahiyê gondan dûkan û firoşgeh hine, lê bazarin bi vî awaiyê hîne cihê xwe di nava civakê de dibîne, ku bi nizimbûne nirxê kelûpelan tê nasîn, her wihe tevahiyê pêdeviyên jiyanê li gel kirîn û firotana pezan li vir tê peydakirin.
Cûdahiyê vê bazarê, ku rojane li deverekê ye, û li her deverekê bi navekî tê nasîn, bi navê gondê ku lê tê danîn an jî bi navê rojê, mîna bazara inî û bazara yekşemê, û firotana sereke jî di van bazaran de peze.